Bûyerpress_Dengê Emerîka
Vekolerên leşkerî yên Îraqî duh Înê ragihand ku wan du gornên mezin ên mirovî li nêzîk zindaneke DAIŞ’ê li Mûsilê dîtine, ku termên 500 qurbanî di wan de hatine veşartin.
Li gorî daxuyaniya Tîma Vekolînê ya girêdayî artêşa Iraqî, yek ji wan goran li Zindana Beduş hate dîtin û termên 470 girtiyan tê de hene ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin.
Di gora duyê de jî termên 30 qurbaniyên din hatine dîtin.