Bûyerpress_Dengê Emerîka
Bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê a Hikûmeta Turkyê, Ajansa Dihaber, rojnameya Şûjin û Rojeva Medya ku li bajarê Amedê ne, ji alîyê hikûmetê ve hatin girtin.
Ajansa Dîcleyê (DIHA) di meha Îlonê de, piştî astengkirina 48 caran, bi biryarnameyekê hatibû girtin û dewletê dest danîbû ser hemî alavên wê.
Piştî ku DIHA hatibû girtin, Dihaber li şûna wê hatibû vekirin û ew ajans heta niha 15 caran hat asteng kirin, weşanê wê hatin rawestandin.
Bi heman awayê, rojnama Rojeva Medya jî li şûna rojnameya Azadîya Welat, rojnameya Şûjin li şûna JINHA hatibû vekirin ku ew jî di meha Îlona 2016’an de ligel DIHA hatibû girtin.