Bûyerpress_Hawar
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla ji Rutersê re diyar kir ku dê hêzên wan di demeke pir nêzîk de dest bi derxistina çekdarên DAIŞ`ê ji bajarê Dêra Zorê bikin.
Ehmed Ebû Xewla da zanîn ku dibe êrîşên wan di navbera çend heftiyan de dest pê bike, di demeke ku şerê Reqayê didome de.
Hêjayî gotinê ye ku zêdetir ji du mehan e şerê Reqayê li dar e, û Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê jî tê de beşdar e.