Bûyerpress
Artêşa Turkyê û girûpên girêdayî wê navçeya Şera ya Kantona Efrînê, bi çekên giran topbaran dikin.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, Artêşa Turkyê ku li herêmên Ezaz û Kilcibrîn bi cih bûne, ji wir gundên Baflûnê, Merenaz, Keşte’ar û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Şera bi çekên giran topbaran dikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev heye çend sal, topbarana Artêşa Turkyê û peyayên wê li ser Efrînê ranewstiyaye.