Bûyerpress
Firokeyên cengî yên Artêşa Rûsî, di topbarana kerwanekî DAİŞê de li devera Dêra Zorê, 200 çekdarên DAİŞê dikuje.
Li gorî Wezareta Berevaniya Rûsî, di dema ku kerwanekî mezin ê çekdarên DAİŞê ber bi Dêra Zorê ve diçû, ew kerwan bû armanca firokeyên Rûsyayê û ji encamê 200 çekdar hatin kuştin.
Di daxuyaniya Berevaniya Rûsî de hat ku, ewan hin amûrên leşkerî jî têk birine, lê belê dema pêkanîna evê topbaranê nehat destnîşankirin.