Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî duh Duşemê, li pêşber dezgehên civaka sivîl gotarek pêşkeş kir de, û çend xalên cihê der heqê paşeroja Kurdistanê bi par ve kir.
Berzanî got ku: Dê 1ê Mijdarê hilbijartin pêk werin, û kî xwe dike berbijêr û kî were hilbijartin bila pîroz be.
Di berdewamiya axaftina xwe de Berzanî xwezya xwe bi wê yekê anî ku ji beriya du salan gerek bû referandom pêk bihatana, her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku dê Kurdistan dewleteke modern û demokratîk be.