Bûyerpress
Artêşa Turkyê û komikên girêdayî wê, di topbaran deverên Şehba û Efrînê de berdewam in, herî dawî jî gundên Merenaz, Vêlat Elqadî û Nuqteya Elberad ên devera Şerayê topbrana kirine.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên xwecihî, komikên girêdayî Artêşa Turkyê, ji bajarê Ezazê, gundên devera Şera yên Kantona Efrînê topbaran dikin.
Di heman demê de, gundên Minix, Eyn Deqnê û Bîloniyê yên Kantona Şehbayê, topbaran dibin.