Bûyerpress
Beşê Tawana Birêxistinkirî(Elcerîme Elmunezeme) li Asayîşa Serê Kaniyê, bi tometa çandina giya (Heşîş) mirovek desteser kir.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava, kesê ku hat girtin, li gundê Tel Elberem ku dikeve başûrê bajêr, li nava zeviyê xwe bi qasî 16 mitreyên çargoşa giha çandibû, anku derdora 150 şîtleyî.
Heman malperê da zanîn ku ew mirov di mala xwe de hatiye desteserkirin, û aniha ji bo lêpirsînê hatiye veguhastin.