Bûyerpress
Li taxên Elmirûr û Elnehda yên rojavayê bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de şer û pevçûn rû dane.
Li gorî ku malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand, li her du taxên navborê û li taxên Elmensûr, Elreşîd û Reqaya Kevin ku dikevin rojhilatê bajêr, şerên giran di navbera HSDê û DAİŞê de rû dane.
Ji encama ewan şeran zêdetir ji 20 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.