Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Çend roj berê, ciwanekî Kurd bi navê “Nêçîrvan Rojava“ nivîsek bi serenavê ”Zeynulabidîn Zinar Çi Dixwaze?” li rojmaneya Buyerpressê weşandiye.
Babetê sereke yê nivîsa Nêçîrvanî li ser hevpeyvîna min a li ser pirtûka PIRSNAMEyê bûye ku min li ser hin nivîsên Cegerxwînî yên bê binyat û vajiyê rastiyê nivîsîye ku wek hevpeyvîn di eynî rojmaneyê de 6 roj berê hatiye weşandin.
Nêçîrvan Rojava çendî ku nivîsa xwe di nava çarçoveya terbiyeyeke nijadî de nivîsiye, lê belê li du-sê deveran ageh ji qelema xwe nemaye û du-sê babetên cuda têkel kirine.
Bi kurtî dikarim weha bêjim:
Xortê hêja Nêçîrvan Rojava, bila kes meseleyê şaş şîrove neke û tiştên ku min negotibin, her wekî min gotiye nede xuyakirin. Cegerxwîn berî ku here Siwêdê, wî çi kiriye û çi nekiriye, pir kesên ku niha li jiyanê ne û wî û kiryarên wî dîtine û rind jî pê dizanin hene.
Eger Cegerxwîn hemû serhildanên Kurd bi xiyanetê tawanbar bike, eger bêje: Şêx Seîd û hevalên xwe, jinên Kurdan direvandin û morîkê situyê keç û jinan diqetandin ji xwe re dibirin, her wiha eger Cegerxwîn navê serokê Dadgeha Îstiqlalê bike FERMANREWA û gotinên wî yên di buwara Şoreşê de bi kurdî di bîranênên xwe de binivîse û belav bike, eger Cegerxwîn bêje di nava Şoreşê de yekî xweneda nebû, diyar e ku bi dehan serokên serbazî yên leşkeriya Osmanî û gelek walî, qeymeqam û payebilindin hebûne, eger Cegerxwîn li Bexdadê pere ji Ereban werbigire û pê dijminatiya şoreşên Kurdan bike, helbet hêja ye meriv li serê lêkolîneke berfireh bike û navekî lê deyne.
Cegerxwîn rojeke tenê jî di nava rêxistineke kurdî de kar nekiriye, her kes jî pê dizane û xizmeta wî tenê ji Partiya Şû’î re çêbûye.
Çi qas şexsiyetên Kurd ên xuyanî û paqij hebûne, Cegerxwîn wan bi “dizî“yê gunehbar kiriye.
Cegerxwîn di pirtûka xwe ya bîranînê de gelek tiştên sosret nivîsîne. Divê her Kurd wê pirtûka Cegerxwîn bixwîne.
Diviya ku ew pirtûka Cegerxwîn nehatibûna weşandin.
Cegerxwîn berê çi kiribe ne mesele ye, dawiya jiyana wî girîng e ku çi gotiye.
Lê eger hinek bêjin ku CEGERXWÎN SERÊ XWE TÊKEL KIRIBÛ û JI BER HINDÊ VAN TIŞTÊN ÇEWT NIVÎSANDIYE, hingê rewş dibe tiştekî din. Yanena, ne mafê Cegerxwîn heye ku dijminatiya şoreşên kurdî bike, ne jî mafê kesekî din heye.
Çi kesê ku dijminatiya şoreşên kurdî bike, ew xizmeta dijminan dike.
Lê mafê Cegerxwîn hebû ku rexne bike, lê ew jî bi niyeta nîşandana riya rast.
Bêguman Zeynelabidin Zinar hemû pirtûkên Cegerxwînî xwendine û nirxandine. Lê ji ber ku nivşên niha hay ji bav û kalên xwe nînin, kes pê nizane ku çend dîwanên Cegerxwînî kopiya hin klasîkên kurdî yên bi sedê salan ku berê hatine nivîsandin in.
Di pirtûka folklorê de Cegerxwîn çi nivîsiye, xwe jî kiriye hevalê xortan û şabûna xwe bi evîndaran re kiriye.
Cegerxwîn heta 24saliya xwe, şivantî kiriye. Piştî pênc salên „xwendin“a wî ya Medresê, çewa bû mela û zanayekî derdemî?
Biner Cegerxwîn vê helbesta Melayê Cizîrî çewa bi çewtî nivîsiye:
„Tali` ku bê û fî muhlet, li nik heram e/ Min umrê Nûhî nîne saqî bi lez were xoş.“
Lê belê Cizîrî weha nivîsiye:
“Tali` ku bêt û furset muhlet li nik heram e
Min umrê Nûhî nîne saqî were bi lez xweş.“
(Dîwana Cizîrî Beş Ş, malik 7)
Eger Cegerxwîn ji Melatiyê fêm kiribûna, helbesta Cizîrî wisa xelet nedinivîsa.
Vî xortê hanê ji bo min weha gotiye: “Çima ji civaka Kurd tu ditirsî û pirtûka xwe dereng çap dikî?“
Ez ne ku ji civaka Kurd tirsiyame û min ew pirtûk 16 sal piştre weşandiye, lê min hurmet ji civata Kurd re daye nîşandan. Lewra wê demê (1995) piraniya rêxistinên Kurd sosyalîst û komunîst bûn. Sovyet jî hêj nû rûxiyabû. Ji ber hindê min hişt heta ku Kurd bibin nijadî.
Vî xortê dîsa ji bo min wiha gotiye:
“Mamoste got ku 5000 peyvên kurdî di Qur’anê de hene, agahiyeke xweş bû, lê dema ku rojnamevan zelalkirina babetê dixwaze; tenê qala qertafa “bi”yê dike.“
Xwendevanên Hêja, biborin gotineke wek biwêj a folklorî heye, gotine: “Tirr li kur û das li kur?“
Nêçîrvan Rojava çima meseleya peyvên kurdî yên di Quranê li ser babeta Cegerxwînî, tîne holê? Ev her du babet, vajiyê hev in. Kî bixwaze li ser meseleya peyvên kurdî yên di Quranê de fêr bibe, bila tenê li ser wê babetê bipirse.
Lê ez dîsa ji Nêçîrvan Rojavayî re spas dikim ku wî sînorê terbiyeya xwe neçirandiye. Lê belê ev kesê bi navê ”Arî Bîrgurî” ji bo min weha nivîsiye: “Dibê navê yekî nebû, ew çû di cirnikê gûnd de gû kir!”
Heyf û xebînek tu kesên weha jî xwe zana û bîrewer dihesibînin.
Vî kesî dîsa ji bo min gotiye: (Ew xwe qaşo “îslamîst” dibîne.).
Ev gotin nebûkariyeke bêsînor e, lewra piraniya rewşenbîrên Kurd min dinasin û dizanin ku ez çi me.
Pir kes dibêjin: ”Cegerxwîn Markîsî û Lenînîst bû.“
Gelo Cegerxwîn zanistiya Markîsiyê li kurê xwendibû û perwerdehiya wê sîstemî fêr bû? Kes nikare bersiva vê pirsê bide.
Eger baweriya Cegerxwînî bi çepîtî û Markîsiyê hebûna, ew nediçû Swêdê lê ew jî dê wek Nazim Hikmet çûbûna Moskovayê.
Li dawiyê dibêjim, bila ev jî neyê jibîrkirin ku meriv bi nivîsandina helbestan, bi ya zimanê kurdî û wekî din nivîsan, nabe welatparêz.
Lewra nivîsandin hunerek e û karê qabiliyetê ye. Lê pîvana welatparêziyê bi kar û xebata nijadî çêdibe.
Dibe ku hin kesên din jî rabin û dijûnên bêsînor bi min bikin. Ez ji peyvên wisa ne zêvir dibim û ne bevzê min xiradibe. Lewra min peyveke bêrêz ji çu kesî re negotiye û nenivîsiye.
Silav û rêz…