Bûyerpress
Serokê Rêjîma Sûryayê Beşar Elesed dibêje ku pîlana welatên Rojava ji bo rakirina min ji ser desthilatê têk çû, lê belê hîn jî Artêşa Sûrî bi ser neketiye.
Di axaftineke xwe de li ser Kenala Sûrî ya Fermî, Esed got ku ev heye 6 sal şerê wan li dar e, lê hîn jî ew bi ser neketine.
Her wiha Esed bal kişand li ser destikdayîna Hizbulaha Lubnanî, Rûsya û Îranê û sipasiyên xwe ji bo wan pêşkêş kir.