Bûyerpress
Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê û Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûryayê rexneyên tund li nûnerên ENKSê yên di Îtilafa Rikber de kirin û paşguhkirina doza Kurdî êxist sitûyê wan.
Di daxuyaniyeke xwe de duh Yekşemê, kombûna Hevbendî û Partiya Pêşverû ragihand ku nûnerên ENKSê yên di Desteya Bilind a Danûstandina de, li ser wan belgeyên Dê Mistûra erê kirine ku tu navê Kurdan di wan de nehatiye.
Heman aliyên navborî, di daxuyaniya xwe de bang li ENKSê kir ku ji Îtilafa Rikber vekêşe da ku kombûneke Kurdî ya xweser were damezirand.