Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî duh Yekşemê got ku her çi qas di navbera me û PKKê de nakokî hene jî, lê em wê nabînin partiyeke terorîst.
Di hevpeyvîneke xwe de li gel rojnameya El’ukaz a Si’ûdî, Berzanî tekezî li ser wê yekê kir ku PKKê ne terorîst e.
Der heqê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, Berzanî da xuyakirina ku dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê di Mijdara bê de li dar bikevin, her wiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku ne ew, ne jî tu xizmên wî xwe ji bo serokatiyê namzet nakin.