Bûyerpress
Artêşa Lubnanî îro sibehê, operasyoneke leşkerî bi navê “Operasyona Fecir Elcirûd” li dij Rêxistina DAİŞê, da destpêkirin.
Ji sibeha îro ve artêşa Lubnanî, baregehên DAİŞê yên li girên Elqa’e û Ras Be’elbek bi çekên giran topbaran dike.
Di heman demê de firokeyên Sûryayê yên cengî, derbeyên lêşkerî yên giran li Qelemûna Rojava pêk anîn, her wiha Hizbulaha Libnanî jî ragihand ku wan operasyoneke hevbeş li gel Artêşa Sûrî li dijî DAİŞa ku li Lubnanê bi cih e, daye destpêkirin.
Ji aliyê xwe ve Artêşa Lubnanî red kir ku tu hevrêzî di navbera wê û artêşa Sûrî de hebe.