Bûyerpress
Tîma Berşelona ya Ispanî ragihand ku di lîstika wan a roja Şemiyê de, dê lîstikvanên wê,hin gumlekên(Qemîs) nû li xwe bikin ku bi tenê navê bajarê Berşelona li serê be; ne jî navên lîstikvanan.
Li gorî ku rojnameya Mondo Dîbor ragihand, tîma Berşelona destûr ji Yekîtiya Ispanî ya Gokê wergirtiye ku nivîsa #”TotsSomBarcelona” li ser gumlekên lîstikvanan çap bike, ew jî wekî rêzgirtinekê li hember cangoriyên herî dawî yên Barşelonayê.
Di heftiya borî de, bi rêya du otombîlan, du qezayên pêlêkirin ji hêla Rêxistina DAİŞê ve li Berşelonayê pêk hat, ji encamê 14 kesan jiyana xwe ji dest da.