Bûyerpress
Duh sibehê li bajarê Serê Kaniyê li xaniyê welatiyekî bajêr, xaka bin dîwarê xaniyê wî rûxiya û şikeftek bi kûrahiya 20 mitreyan li jêr xênî vebû, tu ziyan negiha çu kesî.
Li gorî malpera fermî ya Desteya Şaredariyan, dema ku welatiyekî ji taxa Ronahî ya bajarê Serê Kaniyê hin sererastkirin di xaniyê xwe de pêk dianî, xaka bin dîwarê odeyê hilweşiya û bi kûrahiya 20 mîtreyan wekî şikeftekê lê vebû.
Paşê Şaredariya Bajêr li gel Desteya Parastina Şûnewaran seredana xanî kir, her wiha tekezî li ser wê yekê kirin ku sedema hilweşînê ew e ku ava jêrerd hilm dida û ji vê yekê xaka xênî sist bûbû , her wiha ji xudanê xênî xwestin ku malê vala bike.