Rodî Hesen
Kurdên Rojavayê Kurdistan mîna Kurdên parçên din ên Kurdsitanê rûbirûyê sitem, zulm û zordariyeke yekcar giran bûne, û çewsandinên mezin dîtine. Lewra jî ,bi gelek hûrguliyên wê zordariyê di civatên xwe de vedibêjin û şevbuhêrkên xwe pê derbas dikin. Giringiya bidawîyanîna vê sitemê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd weke neteweke resen, ku di nav de mafên xwendina bi zimanê Kurdî biserbestî û giringîpêkirina çanda Kurdî, tewerê sereke yên van nîqaş û giftûgoyan e . Lê di pratîkê de, tiştekî din heye. Kurd bi destên xwe projeyên şofenist û dagirkeran pêktînin û biserdixin.Wate ,bi awayek ne rasterast projeyên şofen ji qonaxa masterplaniyê dikin warê pratîkê de. Ev xwexapandin ji her curê zordariyeke derveyî kambaxtir e. Şop û dewsên vê xwexapandinê bi zû jî çareser nabin .
Heftiya borî, digel jimareke hevalên ji rojavayê kurdistanê -nivîser, hunermendê şêwekarî û rojnamevan in- li kefîteryakê li bajêrê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, rûniştibûm .Di dirêjahiya civatê de rewşa siyasî ya herêma Rojhilata Navîn û çarenivîsaziya vê qonaxê bo Gelê Kurd bû mijara herî sereke. Hevalek ji wan hevalan xwest ez nerîna xwe di vê barê de bênim ziman. Min jî jê re got: ” Min nerîna xwe di gotarekê de, ku berî çend heftiyan di rojnameya Wişe de belavbûbû, (Wişe) rojnameyeke heftiyane ye li Hewlêr bi Kurdî ya jêrîn (Soranî ) derdikeve, min ew nerîn aniye ziman û dixwazim tu bixwînî. Bersiva hevalê min dereng neket û di cî de, bi zimanekî matmayî ji min pirs kir: ” Nebêje min te bi Kurdî nivîsiye”?!. Vê pirsa seyr (ecêb) a hevalê min -li gorî min- gelek serpêhatiyên li dor rewşa nedilxweş a zimanê Kurdî ku bi min re di van çend salan de derbasbûne, Ji malxezîneya bîreweriyan a mêjî derxist û ber bi serû ew hilkişandin û vejandin.
Yek ji wan serpêhatiyan, sala 2009 an dema ku ez endam bûm di partiyeke Kurdî de, ku nûnertiya wê li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî heye, (niha ez ne endam im). Di konfiranseke wê partiyê de, dema serkirdeyê wê partiyê naskir ku giringiyê bi ziman didim, ji min re got: “Heta tû babetekê bi Kurdî bixwînî ,tu dê sê babetan bi Erebî bixwênî”.
Ji dêlva ku min li ser fêrbûna zimanê Kurdî meraqtir û tîtir bike (weke ku min hêvî dikir), berevajî vê çendê wî hewlda min dilsar bike!.
Carekê, ne şaş bim sala 2008 bû, li nik hevalekî xwendinê bûm, dema wî hevalê min dît ku ez malperên Kurdî dişopênim, bi zimanekî mişt sivikpêkirin got:”Çima tu zimanê Kurdî dixwênî?. Zimanê Erebî hesantir û dewlemedtir e” . Wê gavê min hest kir ku şermê bi temamî ez dagir kirim!.
Destpêka hatina me bo berdewamkirina xwendinê li herêma Kurdistanê, bihtirên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li heman malaxwendekaran diman. Me xwe bi hev dida naskirin û behsa projeyên siberojê dikir. Komeleke karên hevbeş jî hebû ku me dixwest bi hev re bikin. Ew xwendekarên ku niyaz û xwesteka wan a fêrbûna zimanê Kurdî hebû, gelekî kêm bûn.
Ya malwêrantir ew bû ku xwendekarên me yên ku di zanîngeha Selahedîn de dixwendin daxwaz dikirin ku ezmûnên xwe bi zimanê Erebî bidin ji ber li zanîngeha Selahedîn zimanê fermî Kurdî (Zarava Soranî ) ye. Xwendekar dikarin hinek caran bi Erebî ezmûnên xwe bidin bi mercê erêkirina profisorê ku dersê dide wan. Ev rewş hevdem li gel wê çendê bû, ku bêtirên xwendekaran endamên partiyên Kurdî bûn. Xala hevbeş jî ya ku tevahiya partiyan bo wê xebatê dikin ew e “Xebat bo rêdan bi fêrbûn û xwendina zimanê Kurdî bi aweyekî fermî li welat (Sûrya )”.
Paş destpêkirina kirîza niha ya welatê Sûryê, desthelata rêjîma Beşar Esed bi ser Rojavayê Kurdistanê de hin bi hin kêm bû. Ew jî derfeteke zêrîn bo Rojavayiyan anî pêş. Li ser asta zimanê Kurdî jî nîşanên dilxweşker derketin, bi sedan korsên fêrbûna zimanê Kurdî, bi astên cuda cuda, lidar ketin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat damezrandin, SZK ku yek ji rêxistinên ser bi Tevgera Civaka Dîmokrat(TEV-DEM)ê de ye, di çarçoveya zimanhînkirinê de xebateke cidî û balkêş kir, lê dîsan jî, ta niha di torên medya civakî (Facebook) de, zimanê nivîsîn û pêwendîkirinê Erebî ye. Herwiha, tevî ku gelek insyatîvên Kurdîkirina Kurdên Rojava destpê kirin, hîna jî zimanê fermî Erebî ye. Malperên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku beşê wan ên Kurdî hene, degmen in, ji xwe malperê Kurdî efyûn in!.
Her ku ev rewşa dilnexweşker tê bîra min gotineke apo Osman Sebrî xwe li ber çavên min radixe: “Mirovê giringiyê nede ziman, cih li jiyana netewî nagire”.
Hêvîdar im, zû ew qonax bê ku êdî kes nepirse: ” Nebêje min ku te bi Kurdî nivîsiye”?!.