Bûyerpress
Di 10’ê tîrmeha 2018’an de, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê li jêr diruşma “Gotina Çalak Nanê Azadiyê ye” pêşangeheke taybet bi pirtûkên ku wê çap kirine, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê vekir. Di pêşangeha pirtûkan a Yekîtiyê de, 35 pirtûk ji weşanên Yekîtiyê hatin îmzekirin, “ji wan 75% bi zimanê kurdî ne, 25% bi zimanê erebî ne”, li gorî ku Cîgirê Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê “Luqman Yûsiv” ji Bûyerpressê re da zanîn.
Yûvis got: “Ev duyemîn pêşangeha Yekîtiyê ye. Di pêşangeha yekemîn de 15 nivîskar tevlî bûbûn.”
Pirtûkên ku di vê pêşangehê de hatin îmzekirin: roman, çîrok, berhevokên gotaran, lêkolînên dîrokî û helbest in.
Çalakiyên pêşangeha Yekîtiyê roja sêşemê (10.07.2018) dest pê bûn û roja pêncşemê (12.07.2018) bi dawî bûn.
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku pirtûkên di vê pêşangehê de hatin îmzekirin, ne tenê yên nivîskarên Cizîrê bûn, lê belê pirtûkên nivîskarên: Efrîn, Kobanê û Bakurê Kurdistanê jî hatin îmzekirin û weşandin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15