Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Jixwe di Medreseya Kurdî de şaxekî xwendinê hebû ku jê re ”Edeba Behsê” ango uslûba axaftinê dihate gotin. Yanî piştî ku xwendina medreseyê kuta bibe, ev kes dê çewa bipeyive û awayê axaftinê ji bo her naverokekê çewa dê çêbibe, bi dersîtî dihate xwendin. Vê yekê jî tesîreke mezin li bipêşxistina zimanê kurdî dikir. Ev haweyê usluba axaftinê, gelek caran dersdarên medreseyê di rojên înan de li mizgevtê ji xelkê re jî digot ku divê axaftina mirov nerm be û peyvên sik û hişk neyêtin bikaranîn. Wek mînak:
Bavê min di zemanê xwe de dersdarekî xuyanî bûye. Di salên 1959-60’î de, min dîtiye ku heta 70-80 feqeyî jî li ba wî dixwend. Hin caran dema gundiyan şer dikir û ji hev zivêr dibûn, dijûnên pir xirab bi hevûdin dikirin. Bavê min roja înê wiha digote wan: “Di şûna ku tu ji yekî re bibêjî -biborin- kurê kerê, bibêje kurê nemirovan. Hingê ew yek zêde zivêr nabe û dijûnê jî li te venagerîne. Di navbera we de ne şer çêdibe û ne jî xirabî…”
Dewlemendiyeke din a zimanê kurdî ku xwe bi desteka Medreseya Kurdî ragirtiye ev e ku mirov dikare naverokekê di axaftina bi zimanê kurdî de, bi du-sê awayên cuda bibêje û guhertin jî nekeve naverokê.
Ji vê yekê zêdetir, piraniya peyvên kurdî du, sê û zêdetir hevwateyên (sinonim) xwe hene. Wek mînak:
– Peyva ”sivnik”ê, di zimanê kurdî de 16 navên wê yên cuda hene, ew jî ev in: sivnik, gezik, gêsik, bermalk, kinoşe, havlêk, avlêk, sizîk, cerifk, simlik, miştek, melkes, meknes, şijink, sirge, seqewêl, qarûşe.
– Peyva ”serhişk”ê, 14 navên xwe yên cuda hene. Wek mînak: serhişk, serreq, lasar, riko, rikoyî, rikdar, girik, mirik, cazgir, rûsirtik, sehend, mangir, birandoz, kelereq.
– Peyva ”milêb”ê, 10 navên xwe yên cuda hene. Wek mînak: sêgulî, milêb, milhêb, şene, dirgan, sêtilî, duguh, çitel, pêçok, neperûşk.
Fermo, de îcar ji xwe re lê temaşe bikin: Zimanê kurdî ku ev e li dora 90 salî hem qedexe ye hem jî hew qas di binê zext û cewrê de maye, ev dewlemendiya ku îro tê de tê dîtin, di zimanê kêm miletên xwedîdewlet ên dinyayê de heye.
Ev dewlemendiya zimanê kurdî di gel toreya kurdî ku xwe heta îro parastine, di radeya yekemîn de qerzdarê Medreseya Kurdî ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15