Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Telal Silo, destberdana xwe ji kar red kir.
Silo bi rêya belavokekê ku li ser rûpela xwe ya fêsbûkê belav kir, tekezî li ser wê yekê kir ku ew hîn Berdevkê HSDê ye û dest ji şûna xwe bernedaye.
Beriya çend rojan, hin dezgehên ragihandinê belav kiribûn ku Telal Silo ji kar hatiye bidûrxistin.