Bûyerpress
Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûryayê, duh Çarşemê daxuyaniyek belav kir û metirsiya aniha li ser doza Kurdî li Sûryayê, destnîşan kir.
Partiya Pêşverû di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li ENKSê girt, û bang li hemî aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir ku li hev bicivin û helwesteke hevbeş raber bikin.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de, Partiya Pêşverû doza avakirina lêvegereke siyasî kir, da ku nûnertiya Kurdên Rojava bike.