Serokerkanê Artêşa Tirk bi daxuyaneke fermî li ser malpera Artêşa Tirk li ser Entirnetê dibêje ku wan şeş endamên PYD li ser sînor kuştine.
Li gor ku daxuyanî şirove dike, duh di demjimêr 22an de, beramberî Cîlanpînarê li ser sînorê Sûriyê 10 yan 15 kesan dixwestin bi awayekî nerewa sînor derbas bikin bi aliyê Tirkiyê, gava pasevanên sînor ji wan xwestin rawestin, wan bi guleyan vegerand, herwiha ji herdu aliyan gulebaran çêbûye.
Malpera Xeber 24 dibêje ku li gor daxuyanê 2 pasevanên sînor û 6 endamên PYD hatine kuştin, lê ta niha ti malbatên ji Rojavayê Kurdistanê agahî nedane bi kuştin yan wendabûna kesekî.