Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana 10’ê Tîrmehê bi serokê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, ji bo nêrînên Ocalan parve bikin çûn Herêma Kurdistanê. .
Onder û Zana ji bo hin hevdîtinan pêk bînin îro derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bûn. Zana û Onder di serî de bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, bi rêveberên sazî û partiyên kurd re di serî de derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Rojava, pêşveçûnên dawî yên li herêmê dê bigirin dest.
Li gel vê dê nêrînên Ocalan ên derbarê yekîtiya kurd, kongreya neteweyî, êrîşên dawî yên DAIŞ’ê û nelihevkirinên di navbera kurdan de ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re ragihînin. Di vê navberê de, hefteya borî dema Barzanî ziyareteke li Enqereyê pêk anîbû, Zana xwestibû bi Barzanî re hevdîtinekê pêk bîne, lê ji ber karê zêde yê Barzanî hevdîtin pêk nehatibû. Wê danûstendin û hevdîtinên hefteyekê bidomin.
Jêder: Azadiya Welat