Bûyerpress_Dengê Emerîka
Li parêzgeha Dêra Zorê ya li ber sînorê Îraqê, DAİŞê belavokek belav kir, tê de seferberî ragihand û bang li xortên ku temenê wan di navbera 20 ta 30’an de ye kir ku tevlî refên rêxistinê bibin.
Di belavokê de hatiye nivîsîn ku kesên tevlî cengê nebin, dê werin darizandin û cezakirin.
Hêzên Sûryaya Demokratîk (HSD) li hindurê bajarê Reqayê pêşdeçûna xwe didomîne, û ji alîyê din ve hêzên rejîmê jî, piştî Humsê ber bi Dêra Zorê ve bi pêş ve diçin..