Bûyerpress
Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûryayê, li ser piraniya bendên zagona hilbijartinên Federaliyê, erê kir.
Her wiha Komisyona Bilind a Hilbijartinan der barê reşnivîsa çawaniya belavkirina hijmara endamên Kongreya Gelan li ser her sê Kantonan, dest bi kar dike.
Zagona hilbijartinan ji 40 madeyan pêk tê, û herî dawî jî Meclisa Damezrêner a Federaliyê ragihand ku Federaliya Bakurê Sûryayê dê ji 3 herêm û 6 kantonan pêk were.