Bûyerpress
Hemahengiya Sûrî ya Rikberiyê( Îtilaf) rûnivîsek ji Encumena Ewlehî re nihart, tê de doz kiriye ku YPG têkeve lîsteya terorê.
Ji aliyê xwe ve Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê ev yek red kir û got ku ev hewildan ji armancên siyasî hatiye û dixwazin ku li dijî projeya Rêveberiya Xweser bisekinin.
Di daxuyaniyeke xwe de hêzên HSD’ê tekez kirk u hin alî bi dosyayên mafnasî dilîzin, da ku projeyên xwe di xaka Sûrî de bi cih bikin.