Bûyerpress
Li taxa Nezlet Şehadê ku dikeve başûrê bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên rêxistina DA’İŞê de şer û pevçûnên giran derketin.
Li nik dibistana Elsadiq a li taxa navborî, HSD û çekdarên DA’İŞê rûbirû hev du hatin û ji encama wî şerî 16 çekdarên DA’İŞê hatin kuştin.
Hevdemî wê, li taxên hawîrdorê bajarê Reqayê şer didome, û pêşveçûna hêzên HSD’ê berdewam e.