Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojava) li Kantona Efrînê 3 endamên Rêxistina DA’İŞ’ê desteser kirin, dema ku hewla derbaskirina sînor didan ku biçin Turkyê.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava, Hêzên Asayîşê li Kantona Efrînê li 3 cihên ji hev cuda her 3 endamên DA’İŞ’ê girtin, ew jî li ser rêbendên hawîrdora Kantonê.
Li gorî heman jêderê, her 3 endam ji bo lêpirsînê hatine veguhastin.