Bûyerpress
Serokê Emerîkayê Donald Trump duh Sêşemê got ku Serokê Rêjîma Sûryayê Beşar Elesed tawanên mezim kirine û soz da ku ew ê nehêle êrîşên kîmawî li Sûryayê pêk werin.
Di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Serowezîrê Lubnanê Se’ed Elherîrî li baxçeyê Koçka Sipî, Trump got ku tişta Esed der heqê welatê xwe û mirovahiyê de kiriye, tawanên mezin in.
Her wiha Trump der barê derbeya Emerîka ya leşkerî bi rokêtên kroz li ser bingeheke leşkerî ya Sûrî, got” Ne ez im ê ku li tiştên wiha dinihêrim û dihêlim tawanbar bifilte”