Bûyerpress_Qamişlo
Di çarçoveya çalakiyên roja 3’yan a Pêşangeha Pirtûkan ku li bajarê Qamişlo vebûye, duh Şemiyê şahiya îmzekirina romana Evîndar a nivîskarê Libnanî Ebas Elhuseynî li dar ket.
Di axaftineke xwe de li gel Bûyer, romanivîs Ebas Elhuseynî got” Tevlî ku ez li Libnanê rûdinim, lê ez ne dûrî Kurdan û Şoreşa Rojava me.Gelek hevalên min ên Kurd hene, ev cara yekê ye ku ez seredana Rojava dikim”
Hêja ye mirov bi bîr bêxe ku Pêşangeha Pirtûkan ku bi serkariya Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê vebûye, ji 20’ê vê mehê dest pê bûye û dê hetanî 25’ê bidome.