Bûyerpress
Hêzên Asayîşa Rojava duh Şemiyê ragihand ku wan komikeke rêgiran desteser kir ku xelk distirsandin û ew dişelandin.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ji hêla Asayîşê ve, komikeke mirovan ku ji 6 kesan pêk dihat, xelk dişelandin, pere û motorên wan ji wan distandin.
Di daxuyaniyê de hat ku ew kes hatin girtin, û aniha li milê lêpirsînê ne da ku ceza der heqê wan de were birîn.