Bûyerpress
Balyoza Emerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) der barê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Em rêzê ji doz û daxwaza gelê Kurd re digrin lê referandûma serxwebûnê me ji armanceke din dûr dixe.”
Nûnerê NY bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs û Balyoza Emerîkayê ya NY Nikki Haley civiyan û rewşa Iraqê û referandûna Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Der barê referandûma Başûrê Kurdistanê de Nikki Haley got: “Ji bo biryara li ser çarenivîsa xwe em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digrin. Lê referandûma serxwbûnê dibe sedema dûrketina me ji ewlewiyeteke din, ku ew jî şerê DAIŞê û aramiya Iraqê ye.”