Bûyerpress
Li gorî ku hate ragihandin, li herêma Şehba û deverên ser sînorê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Odeya Ehil El-Diyar êrîşî çeper û navendên Hêzên Sûryeya Demorkatîk (HSD) kirin û di navbera wan de şerekî dijwar derket.
Herwiha çekdarên ser bi Odeya Ehil El-Diyar ve êrîşî navendên şervanan li gundê Hirbil, Um El Huş û Simoq kirin.
HSDê ji aliyê xwe ve got ku, wan bersiveke tund daye êrîşên ku li dijî wan hatine kirin û bi şikestina wan êrîşan derbên giran jî li çekdarên êrişkar dane.
di encama şer de 30 kesên êrîşkar hatine kuştin, ku 25 ji wan çekdarên Odeya Operasyonên Ehil El-Diyar in û 5 kes jî ji leşkerên Tirkiyê ne.