Dibên merivek rezekî wî yê baş hebû, marek di bin rezê wî de cihê xwe çêkirbû. Çi sibeha ku biçûya nav rezê xwe, ewî marî zêrek li ser riya wî datanî.
Demeke dirêj wî û mar bi hev re bihurandin, dibê tumayî ket dilê xwedîyê rez, got: Eger gencek ( yanî xezînak ) di bin vî marî de tuneba, her roj zêrek nedavêt ser riya min, divê ez vî marî bikujim û bin cihê wî vedim, gencê tevdî ji xwe re derxim .
Sibehê rahişt tevrikê xwe û berê xwe da rez wek her car. Mar wek berê zêrek jê re danî û vegerya, lê berî ku mar bighê cihê xwe mêrik tevir danî mar, wek buhustikê ji terya mar birrî, û mar çû cihê xwe.
A dina rojê kurê mêrik hate nav rez, mar ji paş ve hat û bi kurik veda û kurik kuşt. Nîro bû, kurik nehat mal, dê û bavê wî lê gerîyan nedîtin. lê yekî gundî got min vê sibehê kurê we dî çû nav rez. Dema hatin nav rez dîtin ku mar bi kurê wan vedaye û kurik miriye.
Xwedîyê rez rabû gora lawê xwe di nav rez de kola û veşart û qubeke sipî li ser gora layê xwe ava kir .
Rojekê xwedîyê rez û yekî gundî hatin nav rez, mêrik li hember cihê mar sekinî û banê kir”Birayê mar were wek berê em ê bibin dostê hev”
Yê gundî lê vegerand û got: Ma hûn ê çawa ji nû ve bi hev bawer bibin, tirba sipî û marê qut .
Ev serpêhatî di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017