Carekê du mirovên diz, çûn diziya malekê.
Çawa ketin malê, dîtin ku deriyên odeyan girtî ne, hema di cî de berê xwe da kozika mirîşkan.
Yek ket kozikê û yê din jî çû serê kozkê.
Yê di kozkê de hêk û mirîşk derdixistin û didan hevalê xwe yê li jor, her cara ku mirîşkek dida hevalê xwe, digot:
_Bigire bira, em ê îmana mirîşk û hêkan teneke bikin.
Ji nişka ve xwediyê malê hat, yê li ser kozikê reviya bêyî ku bêje hevalê xwe ku xwediyê malê hat.
Dizê di kozikê de derket, dît ku xwediyê xênî li raserî wî sekiniye.
Devê wî li hev ket û gotê:
_Bi Xwedê xalo ne ez bûm.
Xwediyê malê dizê xwe girêda û çû ku hawarê bigihîne cîranan.
Ta ku xwediyê xênî li gel cîranan vegeriya, dît ku dizê wî xwe vekiriye, sola wî ya nû jî diziye û reviyaye.
Ev pêkenok di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017