Têkdana cihên pêroz ji aliyê grûpên radîkal ve berdewam e û çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) li bajarê Mûsilê kevintirîn dêra Mesîhiyan şewitandin.
Berî niha çekdarên DAİŞ’ê gefa wê yekê li Mesîhiyên Mûsilê xwaribûn ku eger bajêr bicîh nehêlin dê wan bikujin. Hakimê Dewleta Îslamê yê Mûsilê doh ragehandibû ku hemû malbatên Mesîhî dikarin li nav bajarê Mûsilê bijîn bi mercê bacê bidin ‘Dewleta Îslamî’. Emîrê DAİŞ’ê yê Mûsilê Selman Faris got ku baca serê her malbateke Mesîhî 550 hezar dînar e.
Çekdarên DAİŞ’ê ji bo tirsandina Mesîhiyan, agir berdan dêreke herî kevin a bajarê Mûsilê ku 1800 sal berî niha hatiye çêkirin. Piştî van gefan piraniya Mesîhiyan Mûsil bicîh hiştin û koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Herî zêde jî berê xwe dan Duhok û Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku hevkariya wan koçberan bikin, ji ber Herêma Kurdistanê nikare wek pêwist hevkariya wê hejmara zêde ya koçberan bike. Hêjayê gotinê ye nêzîka 500 hezar koçberên Mûsilê hatine Herêma Kurdistanê.
Jêder: BasNews