Ajansa Sûrî ya Nûçeyan ragihand ku Mesrefa Sûrî ya Navendî kaxeta 500î ya nû derxist û wê destpêka meha bê di riya mehaneyên karmendan bê daxistin li bazaran.
Hakimê Mesrefê Dr. Edîb Meyale ji SANA re ragihand ku wê kişandina pereyên kevn û rizî li gor hejmar û nirxên van pereyên ku nû dakevin bibe.
Meyale da xuyan ku ev kaxet lihevhatî ye bi kaxetên berê re ku derketine yên pêncî û sed û dused, di bin navnîşana ʺSûriya Şaristanî û Vekirî Yeʺ.
Meyale got ku xwestek li ba Mesrefê heye ku di du mehan de kaxeta 1000 jî daxe lê derbarê 2000 ti biryar tune ne.