Bûyerpress
Şaredariya Bajarê Qamişlo ya Mezin, her du rêyên rojava û rojhilatê bajarê Qamişlo ku derbasgehên bajêr in, fireh dike.
Mu’az Ebdulkerîm ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Qamişlo ya Mezin e, ragihand ku wan dest bi projeya firehkirina her du rêyên sereke yên bajarê Qamişlo kiriye.
Her wiha Ebdulkerîm da zanîn ku ev proje dabaşî 3 qonaxan dibe, yek jê firehkirina rê, ya duyan raxistina zivtê û paşê çakirin û danîna redîfan e.
Rêya rojavayê Qamişlo dê ji Qada Osman Sebrê(Qermûtî) ta bi gundê Hîmo be, û rêya rojhilat jî dê ji benzînxaneya Cûdî ta bi gundê Umilfirsan be.