Bûyerpress
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Engîzek Xelîl ku li Reqayê ye, di hevpeyvîneke xwe de li Dengê Emerîka ragihand ku 50% ji Reqayê, ji destên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.
Engîzek Xelîl dîyar kir ku DAIŞ li hemî malan mayîn çandiye û otombîlên di nav bajêr de jî bo peqandinê tije bombe kiriye.
Xelîl da zanîn ku DAIŞ sîvîlan wek mertal bi kar tîne û hêzên wan û yên hevpeymanê, ji bo ku welatî neyên kuştin bi baldarî êrîşan li dar dixînin.