Bûyerpress
Artêşa Turkyê hêza xwe ya leşkerî li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û bakurê Kurdistanê de zêdetir dike û ji encama topbarana navçeyên cûrbicûr ên Kantona Efrînê, ta vê demê bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Di heman çarçoveyê de Artêşa Turkyê di navbera her du gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê û gundên Cîciyo û Kloro yên Bakurê Kurdistanê de, hejmareke leşker û du bircên çavdêriyê bi cih kirine.