Bûyerpress_Qamişlo
Komîna Sînemaya Ciwanên Kurdistanê ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cizîrê ye, roja Duşemê 10.7.2017 du belgefîlmên xwe li Navenda Mihemed Şêxo a li bajarê Qamişlo dan pêşandan.
Fîlmê yekê yê bi navê “Çirûskê Şoreşê”, li ser Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bû, û fîlmê duyan yê bi navê ” Çirûskê Şoreşê Beşê Duyemîn”, der barê rola ciwanan di destpêka Şoreşa Rojava de bû.
Komîna Sînemaya Ciwanên Kurdistanê di destpêka sala 2015’an de hatiye damezrandin, û li gorî ku endama Komînê Gulê Welat ji Bûyer re da xuyakirin, Komîna wan gelek beşan vedihewîne, wekî: sînaryo, wênegerî, derhênerî û montac…
Nûçegihanên Bûyer
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan