Bûyerpress
Şaredariya Gel a Bajarê Dirbêsiyê, biryarnameyek belav kir, tê de buhayê kirya xaniyan destnîşan kir.
Li gorî lîsteya şaredariyê, xaniyên ji ax û çementoyê, û li gorî hejmara odeyan dê kirya wan di navbera 8 ta 12 hezar L.S Sûrî de be.
Şeqeyên amade jî divê kirya wan ne zêdetir ji 25 hezar L.S be.
Her wiha Şaredariya Dirbêsiyê di biryarmnameya xwe de ragihandiye ku kesê xaniyekî ne di rêya komîn û şaredariyê re bide kirê, dê cezaya wî 10 roj zindan û 100 hezar L.S be.