Bûyerpress
Endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl got ji ber ku Turkî ji milên diplomasî û siyasî ve bi bin keftiye, ew êrîşî heremên Efrîn û Şehbayê dike.
Di daxuyaniyeke xwe de li gel ajansa Hawarê, Xelîl got ku Turkî bi êrîşkirina li ser Efrîn û Şehbayê, ber bi xwekujiyê ve diçe.
Her wiha Xelîl got ku çawa YPG’ê li Kobanê DA’İŞ têk bir, dê çarenûsa Turkyê jî li devera Efrînê ne kêmî ya DA’İŞê be.