Bûyerpress
Serokê Rûsyayê Vladîmêr Putîn, di kongreyekî rojnamevanî de li Hamborga Elmanî got ku paşeroja Sûrî û çarenûsa Beşar Elesed dê gelê Sûrî destnîşan bikin, ne jî Wezîrê Derve yê Emerîkî Rêkis Têlirson destnîşan bikin.
Putîn tekezî li ser wê yekê kir ku helwesta Emerîka li hember Sûryayê neguhertiye û hîn nezelaltir bûye, her wiha got ku biryara Deverên Kêmkirina Şer bi saya Emerîka jî pêk hat.
Di heman çarçoveyê de, Putîn got ku ew gihane rêkeftineke agirbestê li başûrê rojavayê Sûryayê ku Urdin û Israyîl jî tevlî bûne.