Bûyerpress_Dengê Emerîka
Hêzên Ewlekariya Îraqê dibêjin ku ew ragihandina serkeftinê li Mûsilê, di çend demjimêrên bê de pêşbîn dikin, ku dê dawiyê li nîva xîlafeta DA’İŞê bîne.
Di rêya dezgehên ragihandina Iraqî re efserekî Artêşa Iraqî li Mûsilê digot “Em aniha mitrên dawî dibînin û piştî çend demjimêran dê serkeftin bête ragihandin. “
Çend mehên şer, piraniya bajarê kevin ê Mûsilê wêran kir, di nav de jî mizgefta mezin a Nûrî ku temenê vedigere 850 salan.
Neteweyên Yekgirtî wê yekê pêşbîn dikin ku dê pêwîstî bi milyarek dolar ji bo jinûveavakirina bingehên sereke yên Mûsilê hebe.