Tu kes li ser nasnameyê nekuştine, çi nasnameya neteweyî be, yan olî be yan jî ayînî be.
Ne dezgehên taybet, ne jî yên giştî nedizîne.
Avahîyeke niştimanî ya giştî wêran nekirine.
Tu kes ji bo berdêlekî nerevandine.
Destdêrjî li ser rumeta çi kesî nekirine, ji çi pêkhateyê be jî.
Dîroka xwe ya siyasî û hevdem bi tu revandin û şêlandina jina ji çi pêkhatiyan be jî , tarî nekirine
Ne bankên niştimanî yên giştî, ne jî saziyên diravan ên taybet nedizîne.
Bêbextî li tu cînarên xwe nekirine…Mala tu mirovekî, ji kîjan pêkhateyê be jî, tev nedane.
Çi kesê xwe li wan digire, lê xwedî derdikevin û wî diparêzin, û çavên xwe ji nêrîna wî ya siyasî, neteweya wî, ol û ayîna wî digirin.
Ger tu bêwar û derbeder bî,Kurd te bi cih dikin..Ger tu birçî bî , te bi xwarin dikin
Ger tu bazdayî bî , te diparêzin
Ger tu birîndar bî, te derman dikin.
Ger tu xwe li wan bigirî te dibexşînin…Ger tu bikevî, te hildigirin.
Navnîşana dilsoziyê Kurd e.
Navnîşana fêrisiyê Kurd e.
Navnîşana merdiyê Kurd e
Û navnîşana rumetê Kurd e
Xudanê diline bihêz ku wekî polayê ne..
Xudanê sîngine fireh î pak in, ku cihê dijminê wan jî tê de heye..
Kurd dîlana kêfê li ser merşa gulên welat ên rengîn in, ji kîna xwe rizgar bibe, destê birayê xwe yê Kurd bigire û dakeve xeleka dîlanê.
Ey mirovê gerdûnî, ji wî miletî netirse, yê ku awaz û sitranên wan ta di şînan de jî li dar in.
Gelê ku gotinên wî wekî tilîlîyan awaz in, û rengên cilên keçên wî di rengê gulên zemînê de ne, jê metirse.
Destê xwe dirêj bike û dest ji xewnên xwe yên nijadperestî berde… Destê xwe dirêj bike, metirse û wekî xweşî û zelaliya ava Feratê dakeve qada kêfê.
Destê xwe dirêj bike û dakeve qada dîlanê..Bi xurtî li daholê dikeve..Zirne li pêşiya bizqê dide
Destê xwe dirêj bike, biraderê te yê kurd bendewar e…Û xak li benda te ye.
Werzê çinîna zeviyên kêf û evînê va ye dest pê bû.
De biçe govendê…Sergovendê bigire.
Û Wiha hat û wiha çû…Siyar hat û peya çû
Wergera Ji Erebî: Bûyerpress
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017