Bûyerpress
Îro Yekşemê li Meydana Tehrîr ku li Şama Paytext e, ji encama teqîna otombîleke bumbekirî 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din birîndar bûn.
Televizyona Sûrî ya fermî ragihand ku 3 otombîlên bumbekirî li nava Şamê hebûn, lê hêzên Hikûmetê karîn du otombîlan pûç bikin û ya sêyan xwe li Meydana Tehrîr teqand.
Ta aniha çi aliyekî, berpirsyarya teqînê nekiriye stûyê xwe.