Bûyerpress
Duh Şemiyê Artêşa Israyîlê, hişyariyek da hikûmeta Sûrî, piştî ku du avêjtok ji milê Sûrî ve li girê Colanê ket.
Berdevkê Fermî yê Artêşa Israyîlê Efîxay Edre’î got ku ev cara duyem e ku avêjtok ji milê Sûrî ve tên milê me û firokeyên me jî bersiva jêdera êgir didin.
Her wiha Edre’î got ku Israyîl dê di kar û barên Sûrî de destêwerdanê neke, lê ew ê nehêlin ku serweriya Israyîlê were binpêkirin.