Di nav koçberên Rojavayê Kurdistanê de ku niha li Başûrê Kurdistanê ne hejmarek doktor hene û li kar digerin, lê belê destûr nayê dayîn ku karê doktoriyê bikin. Ew doktor jî dibêjin ku karê wan doktoriyê û nikarin karekî din bikin.
Çend koçberên Rojavayê Kurdistanê ku dibên ‘em doktor in’ û hejmara wan 13 kes e, niha li bajarê Hewlêrê rûdinên û gazinan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku destûrê nade wan karê doktoriyê bikin.
Di vê derbarê de Dr. Hozan Reşîd Hemko ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Em 13 kes doktorên Rojavayê Kurdistanê ne û em dixwazin li Başûrê Kurdistanê karê xwe bikin, lê rê li ber me tê girtin û nahêlin em karê doktoriyê bikin. Dibêjin divê dîplomayên we bên tesdîqkirin, ji ber dîplomayên me ne bi zimanê İngilîzî ne.’‘
Dr. Hozan wiha axifî: ‘’Me daxwaz kiriye ku qet nebe bihêlin em li ba doktorekî vê derê kar bikin, wek hevkar û di bin çavdêriya doktorekî Kurd de, da em bikaribin debara jiyana xwe bikin, niha em li benda bersiva aliyên peywendîdar in.’‘
Li ser heman mijarê Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Li gor yasayan her doktorek bixwaze li Herêma Kurdistanê kar bike divê daniştvanê wî bajarî be ku lê ye, herwiha divê nasnameya wî ya İraqî hebe, yên ji derveyê Kurdistanê jî hatibin çend rê hene û ew jî bi doktor bi xwe ve girêdayî ye, eger bixwaze bo demeke diyarkirî kar bike, divê ji nexweşxaneyeke ku wî lê kar kiriye piştgiriyê bîne, eger ew piştgirî hebû dikare kar bike bi awayekî demkî vêca li nexweşxaneyên taybet be yan hikûmî, evna jî bo wê yekê ye eger rojekê pirsgirêkek di karê wî doktorî de derket em wek wezaret bikaribin lêpirsînê lê bikin, evna jî bi rêya wê nexweşxaneyê dibe ku piştgirî jê aniye. Eger bixwaze berdewam jî kar bike divê dîplomaya wî were tesdîqkirin û bi zimanê İngilîzî be ne Erebî.
Jder: BasNews