Bûyerpress-Reuters: Serokê Emrîkî Barak Obama tekez kir ku balafira Malîzî ya li rojhilatê Okranya ketiye, ligor wêneyên asmanî û radarên Istixbarata Emrîkî bi sarûxekê ku ji herêmeke bindestî hêzên li pey Rûsya ne hatiye armanckirin, Obama berdewam dike ku serokê Rûsî Flamîdêr Potîn ʺpiştgiriya wan bi çekên giran û rahênanan dikeʺ, Obama got: ʺDem ne ya diʼayeta siyasî û lîstika ye, tiştê bû bangeke şiyarbûnê ye ji Ewrupiyan reʺ, Obama Potîn vexwendî kar kir ji bo çareyeke siyasî û hew êdî piştgiriyê bide hêzên ku dixwazin ji Okranyayê cuda bibin.
Şêwirdara Almanî Angêla Mêrkil rewş li rojhilatê Okranya ʺbêhtir alozʺ pesin kir ji ber Okraniya û Rûsya her yek guneh û berpirsyariya berdana sarûxeke zemînasîmanî dike stuyê ya din de.
Balafira Malîzî li gundê Grabof li navçeya Donîtsik berî du rojan ketibû û hejmara kuştiyan giha 298 kes li balafirê siwar bûn, di nav wan de Glîn Tomas berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û dor sed zanyar û lêkolîner di warê bijîşkî de ku diçûne konfiransekê li ser nexweşiya Êdizê li bajarê Milborn a Ustiralî.